Îran dê hêza xwe ya nuklerî pêş bixe

Îran navenda Navdewletî ya Nuklreî agahdar kir ku ew ê hêza xwe ya pêşxstina uranyom zêde bike û dê alavên xwe yên ji bo wê xizmetê zêde bikin.

Îran dê hêza xwe ya nuklerî pêş bixe
5 hezîran, 2018   12:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Îranê Elî Ekberî Salihî roja sêşemê ragîhand ku welatê wî Navenda Navdewletî ya Nuklerî agahdar kiriye ku ew ê bikaranîna uranyom zêde bike û got ku ev yek dê di riya zêdekirina navendên ji vî karî re pêk bîne.

Salihî ku erka serokatiya Rêxistina Îranê ya Navenda Nuklerî girtiye diu berdewama axaftina xwe jî ev tişt anî ziman: "Me derbarê mijarê de nameyek ji navenda navdewletî re şandiye ku em ê xebatên xwe bidin destpêkirin."

Berdevkê Rêxistina Nuklreî ya Îranê Behroz Kemalondî jî da zanîn ku hêza Îranê heye ku Uranyom zû pêş bixe.

(dc)