MSD'ê ji rêxistinan xwest ku di aliyê tenduristî de baldar bin

Îlham Ehmed bang li rêxistinên xebatkar ên li Bakurê Sûriyeyê kir ku asta xebatên xwe li herêmên ji destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin bilind bikin û got ku pêwîst e alîkarî bêne pêşkêş kirin û navendên alîkariya tenduristî li Dêrazorê bêne aktîfkirin.

MSD'ê ji rêxistinan xwest ku di aliyê tenduristî de baldar bin
MSD'ê ji rêxistinan xwest ku di aliyê tenduristî de baldar bin
MSD'ê ji rêxistinan xwest ku di aliyê tenduristî de baldar bin
5 hezîran, 2018   12:12

GIRÊ SPÎ

Bi armanca nirxandina kar û xebatên rêxistinên mirovahî yên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin, Meclîsa Sûriya Demokratîk ji buroya karûbarên mirovahî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk re civînek lidar xist.

Di civînê de hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed û hevserokên Buroya Karûbarên Mirovahî Zozan Elûş û Ebdilqadir Miwehed, endamê desteya serokatiya Mesedê Cîhad Umer û nûnerên hemû rêxistinên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin beşdar bûn.

Beşdarên civînê kar û xebatên ku rêxistinên mirovahiyê di meha Gulanê de pê rabûne gotûbêj kirin û behsa astengiyên xebatan û rewşa ewlehiyê ji ber mayînên ku çeteyan li herêma Dêrazorê çandine kirin.

Beşdaran bal kişandin ser rêbazên alîkariya bi welatiyan û koçberan li herêmên rizgarkirî û pêwîstiya piştgirî û alîkariya beşê tenduristiyê, nemaze xizmetên ava vexwarinê û madeyên xwarin.

Hevseroka MSD'ê ji rêxistina xwest ku li hemberî aliyê tenduristî bi baldarî tevbigerin.

Di civînê de her wiha Zozan Elûş axivî û got ku ew weke Buroya Geşkirin û karûbarên Mirovahiyê hewldan bala rêxistinên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin bikişînin ser rewşa Dêrazorê, nemaze ji ber ku pêdiviya vê herêmê bi xizmetan û sponseriya tenduristî zêde ye.

Di daswiya civînê de nûnerên rêxistinan soz dank u dê bi hemû hêz û derfetên xwe tevbigerin da ku rewşa tenduristî li herêma Dêrazorê pêş bixînin.

ANHA