HPG`ê nasnameya gerîlayekî li Dersimê şehîd bû eşkere kir

HPG`ê nasnameya gerîlayekî roja 29`ê Gulanê li Dersimê di şer de şehîd bû eşkere kir.

HPG`ê nasnameya gerîlayekî li Dersimê şehîd bû eşkere kir
3 hezîran, 2018   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya HPG`ê, Mûstafa Şeker (Berxwedan Dersim) roja 29`ê Gulanê li Neqeba Taner a li bejahiya navçeya Xozad a Dersimê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"29`ê Gulanê li Neqeba Taner a navçeya Xozad a Dersimê, di navbera komek ji hevalên me û leşkerên TC a dagirker de şer derket. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Berxwedan Dersim ê bi lehengî şer kir şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Dersim

Nav paşnav: Mûstafa Şeker

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Navê dayîkê: Sûltan

Navê bav: Mûhtar

Cih û dîroka şehadetê: 29`ê Gulana 2018 / Dersim