Hikûmeta Urdunê biryara serastkirina qanûna bacê red kir

Hikûmeta Urdunê vekişandina ji projeya sererastkirina qanûna bacê ya ku ji bo wê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin, red kir.

Hikûmeta Urdunê biryara serastkirina qanûna bacê red kir
3 hezîran, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Urdunê Hanî El-Melqî roja şemiyê vekişandina ji biryara sererastkirina qanûna bacê ku ji aliyê sendîqa navdewelît destek digre ve, red kir. Ji beriya 5 salan bo sererastkirina qanûna baceyê gelek xwepêşandan hatin lidaraxistin. Hanî got ku çarenûsa vê yekê di destê parlemenê de ye.

Bi sedan welatiyên Urdunî li hember vê biryarê li pêşiya navenda Meclîsa Wezîran xwepêşandan di roja 3'emîn de lidar dixin. Di xwepêşandanan de dirûşmeyên li dijî  Qeralê Urdunê  Abdullah û istîfakirina Serokwezîrê wî Hanî El-Melqî hate birêzkirin.

Li gorî çavkaniyan diyar kirin hêzên Ewlehiyê hemû riyên sereke yên ku ber bi Meclîsa Wezîran ve diçin girtin da ku çalakvan ber bi wê ve neçin.

Çalakvanan gotin ku bi sedan kes bi awayekî aştiyane li bajarên Remsa yê bakurê bajar û Mean ê başûr xwepêşandan lidar xistin.

El-Milqî piştî ku bi serokên yekîtiyên karkeran û cîgirên paralementeran re civiya ji rojnamevanan re got ku şandina reşnivîsê nayê weteya ku meclîsê erê kiriye.

Yekîtiyên karkeran jî dibêjin ku projeya qanûnê beşekî ji tedbîrên qinyatkirinê ye ku li ser daxwaza sindoqa darayî ya navnetewî tê meşandin û di encamê de dê rewşa jiyanî gelekî xirab bike.

 Di demeke borî ya îsal de, baca firotinan hate bilindkirin û alîkariya bi madeya nan re hate betalkirin da ku fatûreya deynên welat ku 37 milyar dolar in kêm bike ango bi qasî ji sedî 95 ji giştî hilberîna hundirîn e.

Serokê parlemanê Atif El-Terawnê got ku bêtirî 80 parlemanter ku piraniya parlemanê ye dixwazin ku hikûmet projeya qanûnê paşve vekişîne.

Hikûmet dibêje ku pêdiviya wê ya darayî heye da ku alîkariya aliyê xizmetguzariyê bike û sererastkirinên qanûna bacê cûdabûnên civakî kêm dike û barekî girantir datîne ser milên xwediyên derhatinên mezin û xwediyên derhatinên nizim nagire nava xwe.