Meclîsê daxwazên welatiyan guhdar kir û soza pêkanînê da

Şêniyên navçeya Til Hemîsê rewşa xizmetguzarî û pirsgirêkên ku li wan rast tên ji meclîsa kantonê re gotin.

Meclîsê daxwazên welatiyan guhdar kir û soza pêkanînê da
2 hezîran, 2018   14:33

QAMIŞLO

Meclîsa Kantona Qamişlo bi armanca ku pirsgirêkên şêniyên navçeya Til Hemîsê yên di aliyê xizmetguzariyê de têne kişandin, civînek li dar xist.

Civîn li navenda Çandê ya navçeyê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê, hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif û endamê meclîsa kantonê Mezlûm Yûsif, Seroka Desteya Jina a Kantona Cizîrê Emîna Umer û Hevserokê Şaredariya Til Hemîs Ebdulrehman Hadî di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Emîna Umere geşedanên dawî bi kurtasî nirxand û diyar kir ku hêzên cîhanî bi armanca ku berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de pêk bînin destwerdanê dikin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Perwîn Yûsif jî armaca lidarxstina civînê destnîşan kir û got, "Em ji bo avakirina sîstemeke sazîbûnê da ku karibin hemû pirsgirêkan şareser bikin, dixebitin. Armanca me ji civînê rewşa xizmetguzariyê nîqaş bikin, daxwazên we guhdar bikin, da ku karibin bi hev re rêbazên çareseriyê peyda bikin."

Şêniyan jî ji aliyê xwe ve rewşa xizmetguzariyê di aliyê qutbûna avê, nan û ceyranê de, her wiha pirsgirêka kombûna çopê li kolanan gotin.

Hevserokê Şaredariya Til Hemîşê Ebdulrehman Hadî derbarê pirsgirêkan de ev tişt anî ziman, "Ji bo çareserkirina avê, şaredarî di hevkariya xwediyên stêrên avê, dê avê bighîne gundên bê av. Her wiha amadekariyan dike dku firneyek nav li bajaroka Cezza vekir."

Perwîn Yûsif jî soza da ku dê di demek nêzîk de çareseriyê ji van pirsgirêkan re peyda bikin.

(bb)

ANHA