Aloziya avê di navbera Tirkiyê û Îraqê kûtir dibe

Cîgirê Serokê Îraqê Nûrî El-Malikî îro derbarê aloziya avê ya di navbera Îraq û Tirkiyê de daxuyaniyek da û bang kir ku alozî zû were çareserkirin.

Aloziya avê di navbera Tirkiyê û Îraqê kûtir dibe
2 hezîran, 2018   12:25

NAVEND ANÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Îraqê Nûrî El-Malikî Îro (Şemiyê) derbarê aloziya di navbera Îraq û Tirkiyê û bi taybet aloziya aloziya bendava Ilisu. Malikî banga tevgera lezgîn li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên derbarê ava navdewletî û qutkirina avê li ser Îraqê kir.

Malikî di daxuyaniya ku li ser saziyên çapemeniyê yên Îraqê hate weşandin got ku ew bi baldarî xeteriya kiryarên hikûmeta Tirkiyê û çêkirina bendavên ku bandorê li ser jiyana Îraqiyan dike, dişopîn in û wiha dom kir: "Tevî hemû bang û danûsteninên bi Tirkiyê re, lê ew siyasetên xwe ya zirardayîna xaka Îraqê didomîn in.

Di berdewama daxuyaniya Malikî de jî ev tişt hate gotin: "Tişt îro welatê me ji aloziya avê pê re rû bi rû dimîne, mirina xaka me ya çandiniyê û ziwabûna avê, dibe sedema girîngiya ku hikûmeta ÎRaqê berpirsyariyên xwe pêk bîn in û bi lez bi hikûmeta Tirkiyê û rêxistinên navdewletî re bikeve tevgerê."

Malikî her wiha bang li Yekîtiya Ereban, Rêxistina Alîkariya Islamî, NY, dewletên cîran û ên dost kir ku  sînorekî ji pîlanên ku bingeha aborî û jiyanî ya Îraqê binpê dike, her wiha gelê Îraqê tî dihêlin re were danîn.

Malikî di berdewama daxuyaniya xwe de ji dewleta Tirk xwest ku helwesta xwe ya derbarê Îraqê re di ber çavan re derbas bike û wiha pê de çû: "Divê hikûmet û perlemanto û komên siyasî peyamên zelel derbarê mijarê ji rayedarên Tirkiyê re bişîn in.

Ji beriya du rojan encamên dagirtina bendava Ilisu ya Tirkiyê li ser Çemê Dilce ku derbasî Bexda û Mûsil ên Îraqê dibe diyar bû.

Serokê Perlemantoya Îraqê Selîm El-Cibûrî îro bang lidarxistina civîneke awerte derbarê mijarê de were lidarxistin.

Dewleta Tirk ev demeke ava çemê Firatê jî li ser Bakurê Sûriyê qut kiriye, ji ber vê yekê bi hezaran welatiyên herêmê ku li ser berhemên çandiniyê debara xwe ya rojane peyda dikin, bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimîn in.

(dc)