Artêşa Tirk û çeteyên wê 5 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê  5 welatiyên sivîl li Efrînê revandin û birin cihên ne diyar.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 5 sivîlên din revandin
2 hezîran, 2018   12:04

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên bi navê  Cuma Kemal Resolo (beriya mehê hatiye revandin), Mûsa Nebî yê 32 salî ji gundê Ceqela Cumê (Beriya 11 rojan hatiye revandin), Deştî Îso yê 40 salî(beriya 9 rojan ve hatiye revandin, beriya niha jî carekê hatiye revandin)  û Ebdulrehman Bermece (Ebû Helpçe) yê 35 salî ji gundê Kefer Sefrê ye (beriya 4 rojan hatiye revandin û ev cara sêyeme ku ji aliyê çeteyan ve tê revandin).

Di heman demê de çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan li gundê Qîbarê ya Efrînê jî ciwanê bi navê Henan Elî yê 20 salî revandin û birin cihekî ne diyar. Elî ji beriya meh û nîvekê ve hatiye revandin û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e.

Çarenûsa hemû welatiyên ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê hatine revandin, ne diyar e.

(dc)

ANHA