Hêzên Israîlê ciwanekî Filestînî kuştin

Hêzên Israîlê gule berdan ciwanekî Filestînî yê ku li ser riya nêzî camiya EL-Ibrahîmî dimeşiya. Di encamê de ciwanê bi navê Ramî EL-Sebarine jiyan xwe ji dest da. 

Hêzên Israîlê ciwanekî Filestînî kuştin
2 hezîran, 2018   11:32

XEZA

Çavkaniyên ragihandina heremî di derbarê vê bûyerê de nûçe derbaskirin ku li bajarê EL-Xelîl yê Xezayê ciwanê bi navê Ramî Sebarine yê bi temenê 35 salî li nêzî camiya EL-Ibrahîm bêyî ku ti hişyarî bên dayîn hate kuştin.

Çavkaniya dan diyarkirin  ku  piştî  buyer qewimî gelek welatiyan berê xwe dan camiya EL-Ibrahîm ji bo pêkanîna merasîmê olî û merasîma oxirkirinê .

(cu)

ANHA