'Divê rêxistinên navnetewî guhertina demografîk li Efrînê rawestînin'

Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD-Jin) a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê got ku Tirkiye bi destwerdana xwe ya di Sûriyeyê de hewl dide xewnên Osmaniyan pêk bîne û derbeyê li projeya demokratîk bide û bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê û hemû jinan kir ku li dijî destdirêjiyên di Sûriyeyê de tevbigerin.

'Divê rêxistinên navnetewî guhertina demografîk li Efrînê rawestînin'
2 hezîran, 2018   11:41

HELEB

Bi dehan endamên Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk, Kongra Star, Partiya Sûriya Paşerojê û komînan li pêşiya navenda Meclîsa Sûriya Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kom bûn û daxuyaniyek xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya MSD-Jin Fûziyê Ebdilhenan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Buyerên ku ev nêzî 8 sal in li Sûriyeyê rû didin, tenê hevpeymanên di navbera dewletên kapîtalîst de ne ku tenê li berjewendiyên xwe digerin. Van dewletan ji bo hesab ji hevûdu bixwazin Sûriyeyê weke qada şer ji xwe re hilbijartin. Hin dewletan di bin navê şerê terorê de derbasî Sûriyeyê bûn û alîkariya terorê kirin. Van dewletan tenê welatiyên resen ên Sûriyeyê armac girtin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Tirkiye yek ji van dewletan e û bi destwerdana xwe ya di Sûriyeyê de hewl dide xewna Osmaniyan ji nû ve vejîne û derbeyê li projeya demokratîk bide. Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe yên leşkerî û bi alîkariya komên çete yên girêdayî wê di Sûriyeyê de tevdigere.

Jin armanca sereke ya vî şerî bûn û ji hemû aliyên jiyanê hatibûn dûrxistin û ji bo hemû aliyan birazîkirin bide weke kole jiyan dikir. Lê bi saya projeya netewa demokratîk jinan karibûn mafên xwe werbigirin û bi rola xwe di hemû aliyên siyasî, civakî û leşkerî de rabin. Li Efrînê jinan bi lehengî li ber xwe dan û bi axa xwe ve girêdayî ma û heta şehadetê parastina axa xwe kirin, weke têkoşer Barîn û Avesta û gelek şehîdên din.

Çeteyên girêdayî artêşa dagirker destdirêjiyên herî qirêj li dijî jinan û gel dikin, tevî vê yekê ti helwest ji civaka navnetewî nehat nîşandan. Ev bêdengiya van dewlet û rêxistinan nîşan dide ku ew jî di vê hovîtiyê de hevkar in.

Helwesta jinên Sûriyeyê yên berxwedêr li hemberî van siyasetan baweriya wan ji bo guhertina sîstemên dîktator zêde kir. Ev sîstem ku li gorî berjewendiyên xwe axa welat parçe dike û çanda gelên resen ên herêmê qir dike û siyasetên guhertina demografîk dide meşandin.

Em weke Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk van siyaset û destdirêjiyên li dijî gelê Sûriyeyê û bi taybet li dijî jinên Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê dikin ku li hemberî van buyerên ku li Sûriyeyê rû didin tevbigerin. Em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtina xwe xurttir bikin da ku hemû herêmên Sûriyeyê bêne rizgarkirin."

ANHA