50 hezar xwendekarên Tebqayê bawername wergirtin

Komîteya Perwedeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bawername li derdora 50 hezar xwendekaran belav kir.

50 hezar xwendekarên Tebqayê bawername wergirtin
2 hezîran, 2018   11:24

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Derdora 50 hezar xwendekarên astên seretayî û navîn ên Tebqayê ezmûnên werza duyemîn a xwendinê bi dawî kirin. Komîteya Perwedeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê belav kir. xwendekaran li 190 dibistanên Tebqa û gundên wê dixwendin.

Xwendekarên bawername wergirtin kêfxweşiya xwe anîn ziman, kêfxweşiya herî zêde ya şagirtên zîrek bû.

Piştî 7 salan ev cara yekem e xwendekarên herêma Tebqayê bi azadî li bajarê xwe têne perwedekirin. Bajarê tebqa di 10'ê gulana sala derbasbûyî de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Ev yekem sala xwendinê li herêmê piştî rizgarkirinê bi dawî dibe.

(dc)

ANHA