Hemleya Minbicê ji Halolê heta taxa El-Serb

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hizêrana 2016'an de hemleya rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Bi destpêkirina hemleyê re yekemîn gund hate rizgarkirin gundê Halolê yê li rex bendava Tişrîn bû û rizgarkirina Halolê veguherî çirûska rizgariya Minbicê û pêkanîna banga welatiyan ji bo xelasbûna ji tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê.

Hemleya Minbicê ji Halolê heta taxa El-Serb
Hemleya Minbicê ji Halolê heta taxa El-Serb
2 hezîran, 2018   10:33

ŞERÎF EL-ABO – ISRA REMEZAN / MINBIC

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amadekarî û pilana xwe ji bo hemleya rizgarkirina Minbicê pêk anî û ji du aliyan ve dest bi hemleya xwe kir. Aliyê yekemîn hêzên li derdora bendava Tişrînê ber bi Minbicê ve pêşve çûn û aliyê duyemîn jî ji pira Qereqozaq ber bi çemê Sacûr ve pêşve çûn û bi vê yekê gihîştin xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ê li derdora bajarê Minbicê û ji hemû aliyan ve bendên parastinê yên çeteyan şikandin.

Piştî ku aliyê duyemîn ku ji pira Qereqozaq ber bi çemê Sacûr ve gihîştin rojavayê bajarê Minbicê ji hêzên li aliyê başûr ve ku ji bendava Tişrînê ve hatibûn nêzîk bûn û gihîştin rojavayê bajêr. Bi vê yekê bajar ji hemû aliyan ve hate dorpêçkirin. Herdu alî li ser riya gundê El-Ewseclî ya li rojava bajêr gihîştin hevûdu piştî ku 17 km di roja 14'emîn de rizgar kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çeteyên DAIŞ'ê ji hemû aliyan ve dorpêç kirin û dorpêça li ser çeteyan roj bi roj teng dibû. Pêşveçûna di hundirê bajêr de ne weke pêşveçûna li gundewar bû, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl ji xwe re weke mertalên zindî bikar dianîn, her wiha ji ber hejmara zêde ya mayînan ku çeteyan di bajêr de çandibûn.

Di giştî hemleyê de mijara sereke ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rizgarkirina sivîlan bû û karibû hejmareke mezin ji sivîlan ber bi deverên rizgarkirî ve derbixîne. Ji aliyekî din ve Meclîsa Sivîl a Minbicê pêdiviyên sivîlên ku ji destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin peyda kirin.

Di 75 rojên hemleya rizgarkirinê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hejmareke şehîdan dan û di nava wan de Endamê Fermandariya Leşkerî ya hemleya rizgarkirina Minbicê Şehîd Feysel Ebû Leyla bû. Ji bo bîranîna şehîd Feysel Ebû Leyla hemleya rizgarkirina bajêr bi navê "Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla" hate domandin û bi rizgarkirina taxa El-Serb taxa dawî ya ji tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê, serkeftina rizgarkirinê di 12'ê Tebaxa 2016'an de hate ragihandin.

ANHA