Ji bo rewşa aborî li seranserî Arjantîn xwepêşandan

Bi sedan welatiyên Arjantînê xwepêşandan lidar xistin û banga sererastkirina rewşa civakî li welat û rêgirtina li pêşiya bêkariyê kirin.

Ji bo rewşa aborî li seranserî Arjantîn xwepêşandan
2 hezîran, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan welatiyên Arjantînê duh li qada Pilaz De a peytextê Buenos Aires xwepêşandek lidar xistin û têde banga sererastkirina rewşa civakî û peydakirina kar ji ciwanan re kirin.

Di van demên dawî de li gelek bajarê Arjantînê xwepêşandanên li dijî siyasetên qinyatkirinê tên lidarxistin ku di encamê de tevgera bazirganiyê gelekî lawaz ketiye. Her wiha demsala xwendinê jî ji ber boykotkirina mamosteyan dereng maye.

Arjantîn ji destpêka sala 2014'an ve aloziyeke aborî jiyan dike û niha yek ji aloziyên mezin ew e ku klûbên fotbolê nikarin mûçeyên lîstokvanan pêşkêş bikin.

Hikûmeta Arjantînê nikare ji deynên xwe xilas bibe û dewlet bi desteyên xwe yên aborî re hewl dide aloziyê çareser bike û di vê çarçoveyê de siyaseta qinyatkirinê dide meşandin.