'Li Sûriyê û Îraqê karê hevbeş li dijî DAIŞ didome'

Hêzên çalakiyên hevbeş bi serêkêşiya Amarîka ragîhandin ku di meha gulanê de hêzên Koalîsyonê li Îraq û Sûriyê 225 caran çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin. Her wiha tekez kir ku karê hevbeş a li dijî DAIŞ li Sûriyê û Îraqê didome.

'Li Sûriyê û Îraqê karê hevbeş li dijî DAIŞ didome'
2 hezîran, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çalakiyên Hevbeş bi serkêşiya Amarîka ragîhand ku hêzên Koalîsyona Navdwletî li Îraq û Sûriyê di meha gulanê de 225 caran bargehên DAIŞ'ê bombebaran kirine, di meha nîsanê de tenê 183 caran bargehên wan bombebaran kiribûn.

Radyo Sewa ya Amarîka li ser daxuyaniya ku derbarê mijarê de hate wşandin got ku balafirên Koalîsyona Navdewletî li nêzî heêrmên El-Beşîr, El-Ciyare, Bexda û Kerkûk ên Îraqê bargehên DAIŞ'ê bombebaran kirin, her wiha li Sûriyê jî bargehên çeteyên DAIŞ'ê li Ebûkemal a Dêrazoê jî bargehên DAIŞ'ê bombebaran kir.

Di berdewama daxuyaniyê de jî hate gotin ku hêzên Îraqê û Hêzên QSD'ê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî pêk anîn û wiha dom kir: "Ev nîşaneya wê ye ku karê hevbeş ji bo têkbirina DAIŞ'ê didome."

Di heman demê de hate destnîşankirin ku Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dê çalakiyên li ber endamên DAIŞ'ê yên li herêma sînor a Îraq û Sûriyê, her wiha li deşta Firatê mane zêde bike.

(dc)