Li colistanê bi cihbûne

Koçberên Bokemal ku li beyaran bi cih bûne rewşeke jiyanî ya dijwar dijîn, rêxistinên mirovahî jî ti alîkariyê bi wan re nakin.

Li colistanê bi cihbûne
Li colistanê bi cihbûne
Li colistanê bi cihbûne
Li colistanê bi cihbûne
Li colistanê bi cihbûne
Li colistanê bi cihbûne
1 hezîran, 2018   05:30

HEMED EL-MUSTEFA / DÊRAZOR

Trajediya welatiyên Sûriyeyê bi koçberiyê bi dawî nebûye, koçberên ku ji malên wan hatine derxistin rewşeke jiyanî ya xirab jiyan dikin. Rêxistinên mirovahiyê jî ti alîkariyeke tenduristî yan xwarinê bi wan re nakin.

Di encama şer û pevçûnan de gelek malbatên bajarê Bokemal neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.

Evan koçberên ku ev nêzî 7 meh in koçber bûne li beyaran bi cih bûne û ti alîkariyeke jiyanî, ava vexwarinê û xwarinê bi wan re nayê kirin, nemaze di vê meha pîroz Remezanê de.

Koçberan bang li aliyên têkldar kirin ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û bi erkên xwe yên mirovahî rabin.

Hin ji van koçberan ji ajansa me ANHA'yê re axivîn û behsa rewşa xwe kirin. Koçbera bi navê Ferha El-Xemîs a ji bajarê Bokemal ku bi temenê xwe 85 salî ye wiha got: "Qedera me weke welatiyên Sûriyeyê trajediyan jiyan bikin, nemaze ji ber komên terorîst. Ji ber şer û pevçûnên di navbera rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de û ji aliyekî din ve ji ber danûstandina çeteyan bi welatiyan re, em neçarî koçberiyê hatin kirin."

Ferha El-Xemîs got ku pêdiviya wan bi alîkariyên jiyanî gelekî zêde ye.

Koçberê bi navê Ferhan El-Ehmed behsa heman mijarê kir û bang li rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya wan bikin û bi erkên xwe yên mirovahiyê rabin.

ANHA