'Kilîta çareseriya Krîza Tirkî Ocalan e'

Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo diyar kir ku hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di nav kirîzeke kûr de ye û çareserî jî di riya felsefeya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diçe.

'Kilîta çareseriya Krîza Tirkî Ocalan e'
1 hezîran, 2018   05:23

MÛRADA KENDA-NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo girêdayî hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku tê payîn di 24'ê Hizêranê de bêne lidarxistin, ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku aloziyên li Tirkiyê pir cûda didomin,  bi hilbijartinan jî demokrasî pêk nayê û wiha anî ziman: "Pisgirêkên aboriya Tirkiyê hatiya astekê ku nikare xwe êdî veşêre. Aboriya Tirkiyê ketiyê bin xeteriyê. Di nav wan aloziyan de hikûmeta AKP'ê dixwazê xwe zêlal derbixe û pirsgirêkeke paş perde çareser bike. Lê her tişt eşkere ye û ew bi vê xeteriya aborî wiha nikare berdewam bike. Dewleta Tirk a dagirker doza Kurdî qabûl nake û bi vê helwesta xwe ti carî nikare çareseriyekê peyda bike û dibe sedema lawazbûna Tirkiyeyê.  Gelek dewletên derve li ser  doza Kurdî bi Tirkiyê re bazaran dikin û Tirkiyê ji bîreke reş dixe bîreke reş û kurtir.  Eger doza Kurdî çareser nebe Tirkiye nikare demokrasiyê jiyan bike."

Sîhanok Dîbo bal kişand ser êrîşên Tirkiyê li ser axa herema Efrîn û Başûrê Kurdistanê û got ku evan dagirkeriyên Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ne û pîvanên navnetewî bin pê dike. Erdogan bi van siyasetên xwe yên li herêmê dixwaze parçebûnekê ava bike.

faşîzm riya demokrasiyê digire

Sîhanok Dîbo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî îradeya gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tevdigere û wiha pêde çû: “Di cîhanê giştî de hilbijartin wekî pêdîviyên jiyanê  ji bo guhartin û vegûhartinên demokratîk tê kirin. Li Tirkiyê jî ev hilbijartin buye wekî parçekirin û kûrkirina aloziyan.  Di nav rewşa awarte, binçav û girtina namzetên HDP hilbijartin tên lidarxistin. Ev jî diyar dike ku rewşa Tirkiyê di bin aloziyeke kûr de ye. Ev hilbijartin tu girêdana wan bi demokrasiyê re tune ye. Israrkirina faşîzmê riya demokrasiyê digire. Di cîhanê de giştî Tirkiyê bi rengê faşîst û dijî mirovahiyê tê nasîn.”

Bingeha çareseriyê Ocalan e

Di derbarê çareseriyan de jî Dîbo diyar kir ku xalekê esasî ya demokrasiyê ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê riya azadiya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Felsefa Rebêr APO riya demokrasiyê ronî kiriye. Çareserkirina hemû pisgirêkên Rojhilata Navîn di şîkandina kilîtên herî asê maye de ye.  Bi sedan car şandeyên ji bo serdana Îmraliyê û hevdîtina Rêber APO hatine red kirin. Di nav krîzake wiha de girîngiya azadiya Rebêr APO zedê ye. Eger Tirkiyê çûndina Îmarliyê wisa asteng bike, ti çareseriyê bi xwe re nîne. Bingeha çareseriyê Rebêr APO ye. Di nav hilbijartinan de teybet dewleta Tirk a dagirker tekîliyên gel û Rebêr APO dixwazê qût bike û rewşa Rebêr APO bê hevî bike.”

Faşîzm û yekperestî pêwîst e bi dawî bibe

Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de pêwîst e bertêka herî mezin nîşan bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Aloziya Tirkiyê ev deh salan zedetir desthiladariya AKP çareser nekiriye. Ji niha û pêve bi desthilatdariyê çareser nabe. Faşîzma Erdogan û hikûmeta wî pêwîste were bidawîkirin û dengê Kurdan êdî were qabûlkirin. Tu kes bi faşîzmê negihiştiyê tu encaman. Tirkiyê jî heger faşîzma xwe bi dawî neke xeteriya wan dê mezintir bibe. Hilbijartin çiqas di bin demokrasiyê de neye kirin jî gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, faşîzmê û yekperestiyê dê bi dawî bikin.”

ANHA