Li kantona Şehbayê aloziya sotemeniyê

Ji ber kantona Şehbayê di hemû aliyan de di çemberê de ye aloziya peydakirina sotemeniyê mezin dibe. Rêjîma Sûriyê nahêle sîstêrên sotemeniyê derbasî Şehbayê bibin. Ji ber vê yekê tirs zêde dibe ku av û ceyran qut bibin û aliyê çandiniyê jî paşkeve.

Li kantona Şehbayê aloziya sotemeniyê
31 gulan, 2018   08:52

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Tevî şaredarî hemû xizmetan ji şêniyan re pêşêkêş dike. Lê ji ber kêmderfetiyan şêniyên kantona Şehba û şêniyên Efrînê yên ku xwe li wê derê bi cîh kirin rastî gelek zehmetiyan tên.

Bi hatina şêniyên Efrînê hejmara mirovan li Şehbayê zêde bû. Pêwîstiya şêniyan bi av, ceyran û sotemenî zêde dibe. Di demên dawî de pirsgirêka sotemeniyê derket holê. Ji ber Rêjîma Sûriyê nahêle sîtir (tanker) sotemeniyê derbasî kantona Şehbayê bibin. Ji ber vê yekê  pirsgirêka avê jî derdikeve, kêmbûna sîstêrên ku avê belav dikin û qutkirina ceyaranê li gelek navçe û gundan derket holê.

Kantona Şehbayê çandiniyê ji xwe re esas digre. Ji ber vê yekê kêmbûna madeya mazotê metirsiyeke mezin li ser çandinyê çêdike.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şaredariya herêma Efrînê Fayiq Ehmed got ku tunebûn û bilindbûna buhaya madeya mazotê karê şaredariyê mîna paqijî û belavkirina av û ceyranê tengav dike. Ehmed diyar kir ku ji ber tunebûna madeya mazotê ew nikarin kar û xebatên xwe bimeşînin her wiha rastî gelek zehmetiyan tên. Di dawiyê de Ehmed got ku heger kar û xebatên wan neyên meşandin wê karîstek mirovahî pêk were. Ji ber bi hezaran şêniyên Efrînê neçar man dev ji warên xwe beridn û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine.

Hêjaye bi bîr xistinê ku her lîtreyek mazotê bi 400 L.S dihat firotin û her bermîlek (varêl) bi 77 hezaran tê firotin.

(bx)

ANHA