Piştî Pompeo..Lavrov jî gihîşt Pyongyang

Girêdayî amadekariyên lidarxistina lûtkeya di navbera serokê Emerîka Donald Trump û serokê Koriya Bakur Kim Jong-un de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Serêgî Lavrov gihîşt Pyongyang.

Piştî Pompeo..Lavrov  jî gihîşt Pyongyang
31 gulan, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Koriya Bakur a fermî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihîşt Pyongyang. Li gorî ajansê hatina Lavrov li ser daxwaza Wezîrê Karên Derve yê Koriya Bakur Rî Yong Ho pêk hatiye.

Di rapora ajansê de behsa detayên bernameya serdana lavrov nehat kirin.

Serdana Lavrov piştî destpêkirina civîna çarşemê ya di navbera Wezîrê Karên Derve ya Emerîka Mike Pompeo û rayedarekî mezin ê Koriya Bakur li NewYork bû, nemaze di çarçoveya birêxistinkirina lûtkeya Trump û Kîm de ye. Her wiha girêdayî danûstandinên di navbera Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mike Pompeo û General Kim Yong-chol ku hevkarekî ji serokê Koriya Bakur ve nêzîk e.

(jh)