Di rojnameyên ereban de îro ev mijar derketin pêş!

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe de diyar kirin ku hemû hêzên di Sûriyê de destwerdanê kirine û bi taybet Rûsiya hewl didin ku rêbazeke çareseriyê ya lez ji dosya başûrê Sûriyê re bibîn in, armanca hemû aliyan ji vê yekê parastina sînor Îsraîlê ye. Piştî rojekê ji bombebarana Îsraîlê ya Xezayê metirsîn heye ku alozî li Xezayê zêde bibe.

Di rojnameyên ereban de îro ev mijar derketin pêş!
30 gulan, 2018   07:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de dosya başûrê Sûriyê û tevlîheviya wê, hilbijartinên Îraqê, her wiha hewldanên Erdogan a tesfiyekirina hemû kesên gumanên wî li ser wan heye û pêşketinên li Xeza ya Filistînê û dosya nuklerî ya Îranê wekî mijarê serkeke girtin dest.

Aloziya Sûriyê û pîlanên başûr

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de jî aloziya li Sûriyê wekî mijara serke girt dest. Di vê derbarê de gelek nivîs û nirxandin hatin kirin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Bazara Başûrê SÛriyê, di qonaxa xwe ya dawî de ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh dosya başûrê Sûriyê hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Dosya başûrê Sûriyê ber bi dawî ve diçe. Diyare ku di navbera Rûsiya, Amarîka û Urdinê itîfaqek heye û ber bi dawî ve diçe. Ev itîfq li gorî hêviyên Îsraîlê ya dûrxistina Îranê ji sînorê wê pêk hatiye. Di heman demê de destkeftiyên hêzên rêjîmê beriya hewldanên çareserkirina siyasî zêde dike. Rûsiya lez dide xebatên siyasî."

Derbarê heman mijarê de Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Rûsiya ji bo girêka başûrê Sûriyê vebike, ketiye tevgerê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rûsiya bi armanca vekirina girêkên aloziya başûrê Sûriyê danûstendinên xwe yên bi Urdin, Îsraîl û Îranê re zêde kiriye. Nerînên xwe ji aliyan re pêşkêş kirin. Di nava nerîna de ew ku polîsên Rûsiya li herêmê werin bi cihkirin. Her wiha hêzên opozisyonê çekên xwe yên giran radestî wan bikin. Îran jî dûrî sînorê Urdinê were xistin. Li  Golanê jî xeta bê şer were ragîhandin."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê "Rûsiya hewl dide aloziya başrû zû were çareserkirin...dixwazin di navbera rêjîmê û Îsralî de hewldanên nerim pêk werin" avêt. Rojnameyê got ku hevdîtinên dîplomasî di navbera Îsraîl û Rûsiya de pêk hatiye û wiha dom kir: "Di encama hevdîtinan de itîfaq pêk hatiye.  Li gorî itîfaqê dê rê were dayîn ku rêjîma Sûriyê herêma sînorê başûrê Îsraîlê bixin destê rêjîma Sûriyê. Bi vê yekê jî dê xetek ji hêzên Îranê û çekdarên Şîa ku Hizib El-Ah serkêşiya wan dikin, ava bikin. Televizyona Îsraîlê ya dehan duh êvarê got ku di encama itîfaqê de wê tu hebûna çekdarên Îranê yan Hizib El-Ah û hevkarên wan, her wiha tu çekdarên biyanî li herêma sînor nemîn in."

Rûsiya cîrana nû ya Îsraîlê ye

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Di encama 2 êrîşên DAIŞ'ê yên li colistana Sûriyê de 8 endamên Rêjîma Sûriyê hatin kuştin" Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Amarîka, serkêşiya Dîmeşq ji kongreya bê çekan wekî pêkenok binav kir." Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Rûsiya ji zêdekirina hêza Îran di Sûriyê de ku xeteriyê li ser berjewendiyê wê dike, tengav bûye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îsraîl hewl dide ku tengaviya nerîna Rûsiya ya derbarê hebûna Îran ya li ser xaka Sûriyê tengav bûye û wiha dom kir: "Hebûna Îranê ya li Sûriyê bandorê li berjewendiyên Rûsiya ku Serokê wê Pûtîn ji beriya 2 sal û nîvan ve xetên wê xêz dike ve dike. Ji dema Rûsiya ragîhand ku ew dixwaze hemû hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin û tekezî hate kirin ku Îran û çekdarên girêdayî wê jî di nav de ye, danûsteninên di navbera berpirsyarên Rûsiya û Îsraîla ku Rûsiya wekî cîrana xwe ya nû hesab dikin, de zêde bû ye."

Lubnan

Derbarê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Luban di ava xwe ya herêmî de (Derya) dest bi lêgerîna neft û xazê kiriye" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikûmeta Lubanê duh ragîhand ku di deryayê de dest bi lêgerîna neft û xazê kiriye û destnîşan kir û erêkirina dane hevgirtineke şirketan ku dest bi lêgerînê bikin."

Erdogan behsa guhertinên leşkerî dike

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Erdogan guhertinan meclîsa şêwirî ya leşkerî ya Tirkiyê dike Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan behsa guhertineke nû di bingeha Melcîsa Şêwirî ya Leşkerî ya Tirkiyê kir û wiha dom kir: "Meclîsa behsa mijarê saziya herî bilind a biryardayînên derbarê Artêşa Tirk de ye."

Rojnameya El-Ereb di mijara Tirkiyê de sernavê " Wiswasa Erdogan dihêle alîgirên Gulen bigre." Avêt. Rojnameiyê di nivîsa xwe de got ku rayedarên Tirkiyê mudîrekî zanîngeha Leşkerî binçav kirin û wiha dom kir: "Erdogan ji bo savîkirina hêzên leşkerî piştî hewldanan derbeyê ya sala 2016'an de ket tevgerê û hemû kesên ida dikirin ku têkiliya wan bi derbeyê hebû binçav kirin."

Îraq

Derbarê rewşa Îraqê de rojnameya El-Ereb sernavê "Serdana El-Sedir ji Kiwêtê re nameyek hişk ji Îranê re ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got  ku serokê koma Saîrûn a El-Sedir ku di hilbijartinan de biser ket serdana Kiwêtê kir û wiha dom kir: "çavdêran destnîşan kirin ku piştî El-Sedir di hilbijartinan de destkeftî bidest xistin, nameyek dualî derbarê dema pêş ji Îraq û dewletên ereban re şand. El-Sedir bi vê nameyê dixwaze ji welatên ereb re bêje ku Îraqa hûn wê tewanbar dikin ku ketiye bin desthildariya Îranê, dixwaze vegere nava kurahiya welatên ereb. Di heman demê de serdana wî ya ji Kiwêtêre nameyek tund ji Îranê re bû, bi vê yekê jî dixwaze bêje ku Îraq wê pîlanên derve li ser xwe qebûl neke."

Rojnameya El-QUdis El-Erebî jî derbarê rewşa Îraqê sernavê "Li dijî biryara perlamantoya Îraqê ya ibtalkirina encama hilbijartinên li derve, bi koman nerasîbûn hatin" avêt. Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Îraq li ber du nerînan e" avêt.

Yemen

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Yemenê de sernavê "Artêşa Niştmanî ya Yemenê pêşketina xwe li parêzgeha Teiz didomîn e  û bargehên stratejîk rizgar kir"avêt. Rojnameya El-Heyat jî debarê mijarê sernavê "Îran soz dide Ewropa ku dê Hûsiyan iqna bike dest bi danûstendinan bike" avêt Rojnameyê got ku berpirsên Îranî û yên Ewropa li hev civiyan û mijara agirbesta li Yemenê nîqaş kirin û wiha dom kir: "Tehran diyar kir ku ew amade ye zextê li Hûsiyan bike ku şer bidin rawestandin û dest bi danûstendinan bikin."

Filistîn û tundiya li Xezayê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Xeza ya Filistînê de sernavê "Metirsîn derbarê zêdebûna tundiyê li Xezayê, mestir dibin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî rojekê di ser topbarana 32 noqteyên komên çekdar ên Filistînê li Xezayê de , her wiha topbarana komên çekdar ên Filistînê ji herêmên ÎSraîlê re, metirsîn zêdebûna tundiyê li herêmê zêde dibe.

(dc)