Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê pirsgirêka bilinbûna nirxên madeyan tê jiyakirin, şênî nerazîbûnên xwe tînên ziman û komîteya Zimhêrê hewd dide di demeke nêzîk de çareser bike.

Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn
Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn
Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn
Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn
Madeyên xwarinê buha bûne û soza çareseriyê hate dayîn
30 gulan, 2018   07:18

OLVA HAC MENSÛR/ HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ber bilindbûna buhayên madeyên xwarinê bi gazinc in û dawaza çareserkirinê ji aliyên peywendîdar dikin.

Buhayê zebze û mêwe ji her kîloyekî re 100 lîre zêde bûye, buhaya kîloya goştê berxan 2400 lîre û goştê mirîşkan 800 lîre derbaskiriye.

Welatiyê bi navê Seîd Meimo ji ajansa ANHA yê re axivî û got:"Em ji Komîteya Zimhêrê daxwaz dikin ku froşkaran bişopîne û buhaya sebza û mêweyan belî bike, ji ber ku em di rewşek aborî zehmet de dijîn."

Welatiyê bi navê Mensûr El-Ehmed da zanîn ku froşkar ji bo zêde qezenc bikin bi buhaya madeyan dilîzin û wiha berdewamkir:" Her çiqas Komîteya Zimhêrê buhaya sebze û mêweyan destnîşan kiribe jî lê froşkar wan nirxan bi kar nayînin."

Di derbarê vê mijarê de Rêveberê Beşa Zimhêra Şaredariya Gel a Navçeya Dirbêsiyê Hemîd Osman got:" em bang li welatiyan dikin ku gilî û gazinên xwe li ser froşkarên ku madeyan bi buhayeke mezin difroşin agahiyan bidin şaredariyê".

Osman destnîşan kir ku wê komîte di demeke herî nêz de dê çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bibîne.

(şx/bb)

ANHA