Xwendekarên Efrînê ji perwerdeyê bê par nemane

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê ji bo 25 hezar xwendekarên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeran ên li ser Efrînê perwerdeya xwe nîvco hiştin amadekariyan vekirina dibistanan dike.

Xwendekarên Efrînê ji perwerdeyê bê par nemane
29 gulan, 2018   07:49

SOLÎN REŞÎD/ŞEHBA

Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser kantona Efrînê de , bi hezaran xwendekar xwendina xwe nîvco hiştin û berê xwe dane kantona Şehbayê.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê wê ji destpêka meha Hizêranê dibistanan li gund û navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa veke da ku xwendekarên Efrînê werza duyem a perwerdeyê 2017-2018 bidomînin.

Komîteyê, di serî de dest bi serjimartina xwendekaran ên li kantona Şehba û navçeya Şêrawa kir. Li gorî encamên serjimartinê, hejmara xwendekaran derket 25 hezarî, ji bo dayîna perwerdeyê hezar mamoste  hatin erekedarkirin.

Girêdayî mijarê; Rêveberê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê Şervan Hemo, diyar kir ku wê dibistan 3‘ê Hizêranê werin vekiri û got, "Rexmî ku derfetên me kêm in em bi hemû hêza xwe dibistanan vekin da ku xwendekarên Efrînê ji perwerdeyê bê par nemînin. Şer û merc çawa bin em bi ji şêniyan bi hêvî ne ku zarokên xwe bişînin dibistanan.

Şervan Hemo, banga li rêxistinên mirovî û Fona UNICEF kir ku erka xwe ya li hemberî zarokên Efrînê pêk bîne û pêwîsiyên perwerdeyê ji wan re bişînin.

(şx/bb)

ANHA