Zarokên Gundê Nêrebiyê êdî bi zimanê dayîka xwe perwerde dibin

Komîta Perwerdê ya Civaka Demokratîk li gundê Nêrebiyê yê kurdan dibistanek vekirin. Di dibistanê de wê zarok bi zimanê kurdî werin fêrkirin. Ev yekem care  ku şagirtên gund bi zimanê xwe yê dayîkê perwedeyê dibînin.

Zarokên Gundê Nêrebiyê êdî bi zimanê dayîka xwe perwerde dibin
Zarokên Gundê Nêrebiyê êdî bi zimanê dayîka xwe perwerde dibin
Zarokên Gundê Nêrebiyê êdî bi zimanê dayîka xwe perwerde dibin
28 gulan, 2018   10:33

BASIL REŞÎD-ARIF SILÊMAN/ŞEHBA

Avahiya dibistana ku niha hatiye vekirin di destpêka şoreşê de wek kargeh û bendên leşkerî dihatin bikaranîn.

Lê piştî hêzên şoreşger di sala 2016`an de gund ji çeteyan rizgar kirin, saziyên perwerdê dibistan li heremê vekirin û êdî zarok di dibistanê de bi zimanê dayîka xwe dixwînin.

Komîta Perwerdeya Civaka Demokratîk li gundê Nêrebiyê dibistanek bi navê şehîd Baran vekirin.

Rêvebirê Dibistana Mihemed Ebdulqadir diyar kir ku Komîteya Perwerdê ya Civaka Demoqratîk beriya 20 rojan dibistan vekirin û 120 xwendekar li dibistanê ne. Her wiha hejmara wan rojane zêde dibe.

Ebdulqadir da zanîn destpêkê dibistan paqij kirin û wiha dom kir: "Me nas kir tu mayin têde tune ne. Ji bo vê yekê me derî ji xwendekaran re vekir .lê hejmara kadroyên perwerdê li gel me kêm in."

Ji aliyekî din ve zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin  ku ew gelekî kêfxweş in ku dibistan careke din hatin vekirin  û ew bi zimanê dayîkê dixwîn in.

Li gorî berpirsyaran ku li Kantona Şehbayê  wê hemû dibistan di dîroka 3`yê Hizêranê de wê vebin

(cu/dc)

(ANHA)