′ Azadiya Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkan ne′

Rêxistina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Ewropa konferansa xwe lidar xist. Di konferansê hate gotin ku azadiya Ocalan kilîda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Di konferansê de biryara xebata ji bo azadiya Ocalan hat girtin.

′ Azadiya Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkan ne′
28 gulan, 2018   11:06

NAVNEDA NÛÇEYAN

PJAK’ê li Ewropa di 24-26’ê Gulanê bi dirûşmeya ‘Bi rihê berxwedana serdemê, berbi Kurdistanek azad û Îranekî federal’ ve konferansek lidar xist. Di konferansê de 90 delege amadebûn. Di konferansê de behsa rewşa siyasî hat kirin.

Encamnameya konferansê bi van xalan hat dayîn.

 "-Azadiya Rêber Apo azadiya îradeya Kurdê azade. Azadiya Rêber Apo kilîda çareseriya pirsa demokrasî û pêkve jiyankirina li Kurdistan û Rojhilata Navîne. Ji bo vê tekoşînkirina ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebata me ya bingehî ne".

-Li jêr felsefeyek azad a jinê de, têkoşîna li dijî zihniyeta cinsiyetparêzî ji bo me karê bingehîne.

-Parastina çanda civakê û exlaqê civakê ji bo me wek hêvênê karê rixistinê ye.

-Wê jiyana hevbeş ya gelan û giringîdana bi çanda pêkve jiyankirinê ji bo me xala bingehîn be.

-Wê di aliyê dîplomasî de aştî û nêzikatiya dostane ya gelan esas bê girtin. Di vê çarçoveyê de dîplomasiya gel wê bê esas girtin. Wê li gel saziyên medenî û civakên din kar bê kirin.”

Di konferansê gelek mijarên weke; “ciwan, jin û jînge hatin nîqaşkirin.”

Konferans bi dirûşmeya ‘Bi rihê Berxwedana Serdemê ber bi Kurdistaneke azad û Îranek federal’ ve bi coşek mezin bi dawî bû.