Serokên Çîn, Îranê û Rûsiya dê li hev bicivin

Serokên Rûsiya, Îran û Çînê di çaçroveya parastina dosya nûklerî ya Îranê de wê di meh pêş de li paytexa Çînê Bekin werin gel hev.

Serokên Çîn, Îranê û Rûsiya dê li hev bicivin
28 gulan, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirseke Çînî diyar kir ku di meha pêş de wê serokên Îranê Hesen Rohanî bi Serokê Çînê û Rûsiyayê re bicive. Di civînê de wê mijarên parstina bernameya nuklerî ya Îranê were nîqaşkirin.

Piştî Serokê Amarîka Trmp biryara vekişîna ji dosya noklreî ya Îranê vekişand, Çîn, Rûsya û welatên Ewropa ji bo parastina dosya nuklerî ya ÎRanê ku di sala 2015`an de hetibû erê kirin, ketin tevgerê.

Li gorî Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî diyar kir dê Serokê Çînê Şî Çîngbîng  bi Serokê Îranê Rohanî re di çarçoveya civîna rêxistina alîkariyê şanghayî di 19`ê Hizêranê de wê bicive.

Di heman demê de wê Serokê Rûsiyayê Filadimer Pûtin jî  tevlî civînê bibe.

Tê gotin ku şirketên Çînî ji bo ku valatiya derketina şirketên Amerîkî dagire wê çalakiyên xwe bi Îranê re zêde bike.

 (bx/dc)