Sedan kesî cenazeyê şehîd Cuma Mihemed spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Cuma Mihemedê ku di encama kirîza dil de şehîd bûye, bi merasîmek bi heybet li Serêkaniyê hate definkirin.

Sedan kesî cenazeyê şehîd Cuma Mihemed spartin axê
28 gulan, 2018   09:12

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê, cenazeyê şervanê  YPG'ê Cuma Mihemedê  (Mezlûm Mihemed) ku 27'ê Gulanê di encama kirîza dil de şehîd bibû ji nexweşxana Roj a Serêkaniyê  wergertin. Cenaze bi gul û çîçekan û wêneyên şehîd  hatibû  xemilandin.

Piştî wergirtina cenaze, girseya gel bi kerwanekî erebeyan berî dane Şehîdgeha Serêkaniyê, di wê navberê de diruşmeyên "Şehîd namirin" hatin qîrkirin.

Kerwanê cenaze dema gihişt şehîdgehê ji aliyê bi sedan welatiyan hate pêşwazîkirin.

Li vir merasîma oxirkirinê hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endemê Rêveberiya Meclîsa Malbatên şehîdan a Serêkaniyê Îdan Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê hebûn û nebûnê tê jiyankirin û wiha got: "Sîstemên dîktator hewl didin serweriya xwe li ser gel ferz bikin û kesên ku vê yekê qebûl nakin siyaseta qirkirinê li dijî wan didin meşandin. Projeya neteweya demokratîk ku li ser fikira Rêbertiyê hatiye hunandin, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê xurtir dike."

Li ser navê YPG'ê Azad Welat axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di pêvajoya duyem de didome. Welat wiha got: "Gelê qebûl dikin ku di konan de bijîn, lê bêrûmetiyê qebûl nakin. Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bibin."

Di dawiya axaftinan de soza şopandina riya şehîdsan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.  

Piştî axaftinan nasnemaya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya mersîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(sx)

ANHA