Şandeya Rêveberiya Xweser sersaxî ji heval û malbata Adil Murad re xwestin

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava sersaxî ji heval û malbata Endamê Komîteya Navendaî ya YNK‘ê Adil Murad re xwestin.

Şandeya Rêveberiya Xweser sersaxî ji heval û malbata Adil Murad re xwestin
27 gulan, 2018   18:46

SILÊMANÎ

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Umer, endamên nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakuşrê Kurdistanê "Xewla Mustefa, Hoşeng Derwîş, Fethullah Huseynî, Cemîl Rehmano û Ehmed" pêk dihat.

Endamên şandeyê ji aliyê hevjîna Adil Murad Aşna Xan û endamên malbatê, Berdevkê Encumena Navendî ya YNK‘ê Letîf Neyrobî û berpirsê ragihandinê encumenê Ebas Sebhet ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeyê sersaxî ji malbat û hevalên Adil Murad re xwestin û gotin ku wefata Murad windahiyeke mezin ji bo gelê Kurd e.

Malbat û hevalên Endamê Komîteya Navendî ya YNK‘ê Adil Murad spasiya şandeyê kirin û gotin ku ew ê her li ser xeta têkoşînê bin û doza gelê Kurd biparêzin.

(bb)

ANHA