Biryara kirîna erebeyan ji derveyî Minbicê hate îbtalkirin

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi biryarnameyekê biryara qedexekirina kirîna erebeyan ji derveyî bajarê an derbasbûna bajar û gundewarên wê îbtal kir.

Biryara kirîna erebeyan ji derveyî Minbicê hate îbtalkirin
27 gulan, 2018   20:08

MINBIC

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê biryarnemanek derxist, tê de destur da ku erebe derbasî Minbic û gundewarên wê bibe bi şertê ku xwediyê wî belgeyra kontrolkirinê ji deriyê ku dê tê re derbas bibe, girtibe.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin, "Biryara (1) ya derbarê kirîna erebeyan ji derveyî herêma Minbicê û derbasbûna herêmê ya ku ji aliyê Komîteya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê ve di  28/2/2018 de hatibû derxistin, hate îbtalkirin.

Li ser vê yekê, erebe dikarin derbasî herêma Minbicê bibin bi şertê ku xwediyê wê belgeya kontrolkirinê wergirtibe.

Li gel van jî, sîstem û zagonên taybet ên Mûdîriyeta Gumirkê ya Minbicê û gundewarên wê ber çavan werin derbaskirin."

(şx)

ANHA