Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin

Li ser wesyeta şervanê YPG‘ê yê Îspanî Kendal Roman ku gotibû dema şehîd bibe cenazeyê wî li Rojava were definkirin, gelê herêma Dêrikê bi merasîmek girseyî cenazeyê wî li Şehîdgeha Xebat Dêrikê oxir kirin.

Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li ser wesyata wî li Rojava hate oxirkirin
27 gulan, 2018   18:15

QAMIŞLO

Şervanê YPG‘ê yê bi eslê Îspanî Ramon Maria Rull Linhoff bi nasnav Kendal Roman di 13‘ê Gulanê de di Pêngava Bagera Cizîrê li gundê Bakozê şehîd bû.

Ramon beriya ku şehîd bibe wesyet li hevalên xwe kiribû ku dema şehîd bibe, cenazeyê wî li Rojava were veşartin.

Li ser wesyeta wî, îro bi sedan şêniyên herêma Dêrikê ji bo oxirkirina cenazeyê wî li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn. Girse cezayê ku bi gulan û wêneyê wî û alên YPG‘ê hatibûn xemilandin ji nexweşxaneyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Şehîdgeha Xebat Dêrik ve oxir kirin.

Li şehîdgehê, merasîmek leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê bi navê tabûra şervanên YPG‘ê yên entrnasyonalîst Heqî Nivîskar bi zimanê Ingîlîzî axivî. Heqî di nava axaftinên xwe de, behsa têkoşîna Şehîd Kendal a li Rojava û Dêrazorê ya li dijî terorîstan û baweriya bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Hatina Kendal a ji Îspaniya bi armanca parastina azadî û rûmeta gelan e, her wiha ji bo parastina nirxên netewa demokratîk e."

Heqî Nivîskar soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Hevserokê Meclîsa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehman jî axaftin kir û bal kişand ser hesasiyta pêvajoyê. Mihemed Ebdulrehman li dijî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê yên li hemberî gelên Sûriyê banga hevgirtinê û têkoşînê kir.

Piştî axaftinan, wesîqa şehîd hate xwendin.

Girse cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA