Kêmbûna baranê û lehiyên dema dawî, zirar gihand zeviyan

Ji ber kêmbûna barîna baranê ya îsal û lehiyên di van demên dawî de ziyaneke mezin bi hilberîna genim a Dêrazorê bû. Cotkaran bang li aliyên têkldar kirin ku alîkariya wan bikin.

Kêmbûna baranê û lehiyên dema dawî, zirar gihand zeviyan
Kêmbûna baranê û lehiyên dema dawî, zirar gihand zeviyan
Kêmbûna baranê û lehiyên dema dawî, zirar gihand zeviyan
26 gulan, 2018   04:40

HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

Welatiyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê dest bi paleya hilberîna genim dikin, piştî ku ji ber kêmbûna barîna baranê û lehiyên dawî ziyaneke mezin dîtin. Di encamê de jî hilberîna îsal gelekî kêm bûye.

Ji ber rewşa aborî ya xirab a welatiyan û ziyanên bi hilberîna çandiniyê bûye piraniya cotkaran paleyê bi destan diçinin û nikarin patozan bînin. Rojaneya palekarekî 3 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Li gorî cotkarên herêmê hilberîna îsal bi qasî çiwalekî di her donimekê de ye û di salên borî de 5 çiwal bûn.

Cotkarê bi navê Silêman Xelef El-Hesen ê ji devera El-Kesra ya gundewarê Dêrazorê di derbarê mijarê de wiha got: "Ev çend roj in me dest bi paleya genim kiriye. Hilberîna me ya îsal gelekî kêm e. ji ber rewşa xirab a aborî em nikarin patozan bînin û em paleya xwe bi destan dikin." El-Hesen bang li aliyên têkldar kir û alîkariya cotkaran bikin.

ANHA