Di çalakiyên îro yên Meşa Vegerê de 25 Filistînî birîndar bûn

25 welatiyên Xezaya  Filistînê ku  beşdarî çalakiyên "Meşa Vegerê" bibûn, di encama mudaxeleya Hêzên Israîlê de birîndar bûn. Welatyeke ku berê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Di çalakiyên îro yên Meşa Vegerê de 25 Filistînî birîndar bûn
25 gulan, 2018   17:12

XEZA

Yasir Hebîb ê 24 salî yê ku beşdarî çalakiyên "Meşa Vegerê" yên 14‘ê Gulanê yên de bibû di encama mudaxleyên Hêzên Israîlê de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara qurbaniyan ji destpêka meşê ve derdikeve 120.

Îro jî, li xeta sînor di navbera welatiyên Filistînê û Hêzên Israîlê de şer derkt, di encamê de 25 filistînî birîndar bûn.

(bb)

ANHA