Turnuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyê tê organîzekirin

Ciwanên MSD‘ê amadekariyan dike da ku turnuveyek fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyeyê organîze bike.

Turnuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyê tê organîzekirin
Turnuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyê tê organîzekirin
Turnuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyê tê organîzekirin
25 gulan, 2018   15:00

GIRÊ SPÎ

Komîteya Ciwanan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), amadekariyan dike da ku turnuveyeke fotbolê li ser asta ciwanên Bakurê Sûriyeyê birêxistin bike.  

Komîteyê Ciwanên MSD‘ê bi nûnerên komîteyên ciwanan ên Minbic, Tebqa, Reqa, Desteya  Ciwan û Werzîşê ya Kantona Girê Spî, her wiha yekîtiyên ciwanan ên Bakurê Sûriyê re civiyan.

Civîn li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî hate li darxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Komîteya Ciwanan a MSD‘ê Yûsif Xilêwî axivî û got ku bi damezirandina MSD‘ê re gavên mizin di aliyê birêxistinkirina ciwana de hatin avêtin. Komîteya Ciwanan jî dikarî ciwanên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bighîne hev din.

Yûsif Xilêwî her wiha, armanca turnuveyê destnîşan kir û diyar kir ku armanc jê ew e ku têkiliyên ciwanên Sûriyê xurttir bibe û ji ciwanan xwest ku beşdarî turuveyê bibin.

Di dawiya civînê de, nîqaş, derbarê pêşxistina werzîşê li Bakurê Sûriyê, cihê ku turnuve lê were lidarxistin û hwd bi dawî bû.

(hh/bb)

ANHA