Binpêkirinên li Efrînê didomin

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gelê Efrînê bê navber didomin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê wesayîteke bar a welatiyekî Efrînê talan kirin û hejmarek welatî revandin.

Binpêkirinên li Efrînê didomin
25 gulan, 2018   14:22

EFRÎN

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kirin ku leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker wesayîta bar a welatiyê (C.E) dema ku diçû gundê Gimrok ê navçeya Mabata talan kirin û 350 dolar jê standin, her wiha jê xwestin ku di mala xwe de bimîne û dernekeve.

Çavkaniyan ji gundê Dîbê yê navçeya Mabata, diyar kirin ku çeteyan ciwanên gund kom kirin û ew birin cihekî ne diyar û her wiha dane zanîn ku şêniyên gund ji tirsa newêrin rewşa wan ciwana pirs bikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete ji bo berdana her welatiyekî 5 hezar dolar dixwaze.

Li aliyekî din jî, hate ragihandin ku çeteyan ciwaneke ji gundê Memela dema bi malbata xwe re diçûn gundê Çoqe revandin û birin cihekî ne diyar.

Çavakiyan diyar kirin ku çeteyan li gundê Qermitleq ê navçeya Şiyê welatiyê bi navê Reşad Dado yê 40 sakê bi awayekî hovane lêdan kirin û ji malbata wî ku di nava 3 rojan de  10 hezar dolar bidin.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyan welatiyê bi navê Xelîl Mustefa Abdullah (40) ji gundê Qermitleq  ku nexweşiya şekir û penceşêrê pêre heye revandin û ew êşkencekirin. Li gundê Baliya jî welatiyek din navê wî nehat naskirin dema di nava zeviyên xwe de dixebitî ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Çeteyan Ii gundên ku piraniya niştecihên wî Ereb in bargehên xwe vala kirin û ber bi gundên navçeya Mabata, gundê Ebû Keib, Hiclêr ên herêma Cindirêsê ve çûn.

Çavkaniyan dana zanîn ku çeteyan li navçeya Bilibilê 4 hezar serî pez dizîn.

(bb)

ANHA