Balafirên şer herêma Amêdiyê bombebaran dikin-HAT NÛKIRIN
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bejahiya gundên bajarokê Dêrelokê ya ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî Rojnewsê ku agahiyên ji çavkaniyên herêmî girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bejahiya gundên bajarokê Dêrelokê ya ser bi navçeya Amêdiyê ji saet 15:30'an ve bombebaran dikin. Li gorî heman çavkaniyan, herêma Nêwrê, Rêkan, Berwarî û gundê Guherzî yên bajarokê Dêrelokê ya Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku balafiran herêmên sivîlan bombebaran dikin û li nêzî gundê Guherzî rûket berdane.
Heya amadekirina vê nûçeyê jî bombebaran didoma.