Li Qilabanê operasyona leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê de li bejahiya navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Li Qilabanê operasyona leşkerî
24 gulan, 2018   19:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker li devera Qada Bellekê, Sûvara Xelleye, Gundê Memkê yên girêdayî Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kirine.

Di operasyona gelek leşker tevlî bûye de, cerdevan jî cih girtine.