'Em ê dest ji Efrînê bernedin'

Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Hesen Koçer geşedanên dawî ji şêniyên Efrînê yên li Um Hoş dimîn in re nirxand û got ku ewê tu carî dest ji Efrînê bernedin.

'Em ê dest ji Efrînê bernedin'
'Em ê dest ji Efrînê bernedin'
'Em ê dest ji Efrînê bernedin'
24 gulan, 2018   12:00

ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê li gundê Um Hoş a Şehbayê civîna gel lidar xist. Di civînê de vegera şêniyên Efrînê û metirsîna li ser welatiyên vedigerin jî hate nîqaşkirin.

Civîn bi beşdarbûna sedan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Hesen Koçer axivî û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca şikandina îradeya gelê herêmê û dargirkirina herêmê êrîş pêk anîn. Îradeya şêniyên Efrînê bi hêz bû û bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê derketin."

Koçer di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku welatên mezin ên cîhanê çavên xwe ji kiryarên Artêşa Tirk a dagirker girtin û wiha dom kir: "Tu hêza nîn bû ku êrîşa li dijî gelê me bisekine. Berxwedana Serdemê li dijî hêzên faşist tekoşîn da meşandin, Niha jî hin derdor dixwazin îdayan di nava şêniyên Efrînê de belav dikin, da ku vegerin. Lê divê gelê me baş bizane ku vegera wan a Efrînê di vê dema çete li Efrînê ne, pir xeter e. Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê tekoşîna xwe bidomîn in."

Di berdewama axaftina xwe de jî rewşa siyasî ya li herêmê û şerê heyî nirxand û got ku şerê li Sûriyê ku berê bi riya wekîlan pêk dihat niha hêzên mezin bi xwe dimeşîn in.

Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer bersiva pirsên beşdaran da û soz da ku dê careke din şêniyên Efrînê vegerin warê xwe û dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

(dc)

ANHA