Navê 5 welatiyên li Efrînê hatin revandin hate zanîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên hovane yên li dijî şêniyên Efrînê didomîn in. Ajansa me (ANHA) navên 5 kesên ku di nava 35 kesên ji aliyê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ve ji gundê Gurzêlê hatine revandin, hate zanîn

Navê 5 welatiyên li Efrînê hatin revandin hate zanîn
Navê 5 welatiyên li Efrînê hatin revandin hate zanîn
Navê 5 welatiyên li Efrînê hatin revandin hate zanîn
Navê 5 welatiyên li Efrînê hatin revandin hate zanîn
23 gulan, 2018   09:08

BASIL REŞÎD / EFRÎN

WElatiyê bi navê M.X. yê ji gundê Gurzîlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê tekez kir ku artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê 35 welatiyên sivîl ên ji gundê Gurzêlê  beriya 8 rojan revandin. Hate diyarkirin ku piraniya şêniyên hatine revandin kesên bi temen in.

M.X. nasnameya 5 kesên hatine revandin zelal kir. Navên wan wiha ne "Mihemed Şemalî: Ev cara duyemîne ku tê revandin. Ji aliyê dagikeran ve hate îşkencekirin û tiliyên destê wî hatin şikenandin.

Sibhî Setaf (70), Ciwan Cafo (32), Misefa Eswed (55), Cîhad Şirtî (45) ew jî ev cara 3'yemîn e tê revandin.

Li gorî çavkaniyan kesên ku hatine revandin di nava zeviyên xwe de dixebitîn. Ji aliyekî din ve jî hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kesên hatine revendin ber bi cihekî ne diyar ve birin. Heta niha tu agahî ji wan kesan ne hatiye girtin.

Şênî neçar dimînin ku biçin nexweşxaneya Ezazê

Di vê çarçoveyê de heman çavkanî got ku şêniyên Efrînê neçar dimînin ku biçin nexweşxaneya Ezazê. Her wiha hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê deriyê hemû nexweşxaneyan li ber şêniyan girtine. Bi dehan jinên ducanî neçar dimînin biçin nexweşxaneya Ezazê ya ku 30 km dûrî bajarê Efrînê ye.

Hovîtî berdewame

Çavkaniyan gotin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derasî gundan dibin û guleyan bê ser û ber direşînin. Ji bo ku şênî di malên xwe de bimînin û malên wan talan bikin.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan diyar kirin ku kesên ji aliyê artşa Tikr a dagiker û çeteyên wê ve têne revandin neçar dimînin pereyan bidin da ku werin berdan. Pereyan dide da ku careke din neyê revandin. Ji aliyekî din ve jî çeteyên artêşa Tirk dibistana El-Keramê ya bajarê Efrînê ji xwe re kirine navend.

(bx)

ANHA