Îran: Ji bo pêşxistina hêza xwe em destûrê ji kesî naxwaz in

Serokê Erkanê Artêşa Îranê Mîjer Ceneral, Mihemed Baqirî ji Amarîka xwest ku hêza xwe ya di herêmê de kêm bike û got ku Îranê wê derbarê pêşxistina hêza xwe destûrê ji tu dewletan nexwaze.

Îran: Ji bo pêşxistina hêza xwe em destûrê ji kesî naxwaz in
23 gulan, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Cemhûriya Islamî ya Îranê li ser zimanê Baqirî got ku bi saya hêzên çekdarî yên Îranê ji her demê zêdetir amade bû ye û wiha got: "Em ê derbarê pêşxistina hêzên xwe li benda tu kesî nemîn in û destûrê ji tu aliyan nexwaz in.

Rêveberiya Tramp beriya niha gefa ku dê embargoya li ser Îranê zêde bike.

(dc)