Turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê bi dawî bû

Tîma şehîd Bakur a futbolê xelata turnoveya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi navê "Şehîdên Berxwedana Serdemê" hate lidarxitin, wergirt.

Turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê bi dawî bû
22 gulan, 2018   10:29

HELEB

Turnoveya Şehîdên Berxwedana Serdemê ya ji aliyê Komîteya Werzîşê ya girêdayî navenda Şehîd Xemgîn Cûdî ya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hate lidarxistin, bi dawî bû. Di turnoveyê de tîma Şehîd Bakur a girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi ser ket.

8 tîmên futbolê ji saziyên leşkerî, sivîl û tîma ciwanên Efrînê jî tevlî turnoveyê bûn. Turnove du heftiyan dewam kir.

Piştî ku turnove bi dawî bû tîmên ku tevlî turnoveyê bûne ji aliyê komîteya Amadekar û Rêveberiya Ciwanan hatin xelatkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku turnoveya şehîdên Berxwedana Serdemê ya 4'emîn ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatiye lidarxistin.

(bx)

ANHA