Çerxeriya Dele ya Reqayê tê temîrkirin

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi xebatên temîrkirina çerxeriya Dele ya li nîvê bajarê Reqayê kirin. Çopa di çerxeriyê de kom bibû tê rakirin. Çeteyan Çerxerê wekî navenda serjêkirina mirovan bikar tanî.

Çerxeriya Dele ya Reqayê tê temîrkirin
Çerxeriya Dele ya Reqayê tê temîrkirin
22 gulan, 2018   10:22

REQA

Komîteya Şaredariya Reqayê dest bi xwebatên temîrkirina Dele ya li nêvî bajarê Reqayê kir. Çeteyên DAIŞ'ê çerxerê wekî navenda serjêkirin û êşkencekirina welatiyên Reqayê bikar tanîn.

Çerxeriya Dele ya li rojhilatê Çerxeriya Neîm yek ji cihên ku çanda şêniyên herêmê nîşan dide. Di nîvê çerxeriyê de cizweya qehwê heye. Şêniyên herêmê bi wê sembolê kêfxweş in.

Piştî hêzên QSD'ê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, xebatên ji nû ve avakirinê hate destpêkirin. Şaredariya Gel a Reqayê dest bi xebatên temîrkirina çerxeriyê kirin, çop û bermahiyên şer ji çerxeriyê hate rakirin.

(dc)

ANHA