Herî zêde HDP`ê cih da namzetên jin

Di nav partiyan de herî zêde HDP`ê ji bo parlementeriyê cih da namzetên jin.

Herî zêde HDP`ê cih da namzetên jin
22 gulan, 2018   10:49

 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24`ê Hizêranê de hilbijartin li Tirkiyê têne  lidar xistin li gorî lîsteyên ku ji Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) re hate pêşkêşkirin, di nav partiyan de herî zêde HDP`ê ji bo parlementeriyê cih daye namzetên jin.

Hejmara namzetên jin ên partiyan wisa ye:

AKP-126

CHP-137

HDP-230

Di heman demê de li bajarên wekî Şirnex, Wan û Mêrdînê yên ku HDP`ê hewl dide hemû parlementeriyan bi dest bixe, hejmara namzetên HDP`ê a jin û mêran jî wekî hev e.

Di hilbijartina 7`ê Hezîranê û di ya 1`ê Mijdarê de jî di nav partiyan de herî zêde HDP`ê cih dabû namzetên jin.