Bi itîfaqa Rûsiya û Tirkiyê çete û malbatên wan hatin bicihkirin

600 kesên ku ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê û sivîlan pêk tên ku itîfaqa Tirkiyê û Rûsiya ya derbarê radestkirina başûrê Şamê ji rêjîma Sûriyê re qebûl ne dikirin, gihan Idlibê. Çeteyên DAIŞ yê li başûrê Şamê birin colistana Sûriyê.

Bi itîfaqa Rûsiya û Tirkiyê çete û malbatên wan hatin bicihkirin
22 gulan, 2018   10:01

NAVNEDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê valakirina başûrê Şamê ku di encama itîfaqa veşartî ya di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hat bi dawî kirin. Di encama itîfaqa veşartî de başûrê Şamê radestî rêjîma Sûriyê hate kirin. Kerwanên çeteyan ku DAIŞ'yî û fermandarên wan jî gihiştin çolistana Sûriyê.

Li gorî Malpera Çavkaniya Mafê Mirovan a Sûriyê (Mersed Sûrî) radestkirina herêman di navbera çeteyan  û rêjîmê de li ser 2 beşan p êk hat. Beşê ku jin û zarok radikirin ber bi Idlibê ve derkete rê û karwanê ku çeteyên DAIŞ'ê radikirin, ber bi çolistana Sûriyê ve derkete rê. Hate gotin ku guhertina di navbera herdû aliyan de di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye.

Di tureya dawî ya civîna Astana ku di 14-15'ê gulanê de hate lidarxistin, Idlib werkî herêmek ku di bin destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de ye hate destgirtin. Ev jî di bin wesiyeta Tirkiyê de ye.  Beriya niha jî dewleta Tirk di herêmên şopandinê de 11 noqteyên çavdêriyê saz kirin.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiyê û Rûsiya çeteyên DAIŞ'ê li colistana Sûriyê bi cih dikin, da ku rê ji wan re vebikin ku derbasî rojhilatê Çemê Firatrê bibin.

(dc)