Wekî xeleka zincîrê Dengbêjî wergirtiye

Mihemedê Kinê , dengbêjî ya ku wekî xelekekî zincîrê  ji bav û kalên xwe gitî ji 10 saliya xwe heta 90 saliya xwe dengbêjiyê berdewam dike. Di temenê tijî dengbêjî de gelek hûnermendên weke Mihemed Şêxo mezin kir.

Wekî xeleka zincîrê Dengbêjî wergirtiye
22 gulan, 2018   09:37

 MÛRADA KENDA-BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

Dengbêjî, tê wateya vegûhestina dîrokê ye û ji bo gelê Kurd gelek giring e. Kevneşopiya dengbêjî, di çanda Kurdî de weke wêjeya devokî ya herî kevnar hatiye roja me ya îro. Dengbêjî cara yekem li herêma Serhedê li herêma derdora bajarê Agirî derketiye holê. Dengbêjî di heman demê de sembola çand û dîroka Kurdan e. Her çendî ji ber zilm û çewisandina desthilatdaran dîroka kurdan nehatibe nivîsîn jî, dengbêjiyê nehêlaye dîroka kurdan winda bibe, nifş bi nişf gihandiye roja me ya îro. Dema mirov bixwaze çand û hûner, şêweyê jiyanê û dîroka civaka kurd nas bike pêwîste bengbêjên bi dendengezî guhdar  bike. Dengbêjên ku xwendin û nivîsandina wan neyî, êş, qehremanî û keyfxweşiyên kurdan di mejiyê xwe de bi terzê xwe kirine klam û ji civakê re vegotine. Taybetmendiyên dengbêjan bi dengekî bilind, tiştên ku dibîne di cih de vedihûne û tîne ser ziman. Dengbêjî bi saya van hûnermendan bûye neynika civaka kurd.

Me jî wekî ajansa Hawarê xwe gihand dengbêjê herî kevin ê  bajarê Qamişlo, Mihemedê Kinê. Dengbêj Mihemedê Kinê  90 salî ye û malbata wî di sala 1928’an ji navçeya Kerboran a Mêrdînê derbasî bajarê Qamişlo bû. Mihemedê Kinê dengbêjiya ji bavê xwe dewir girtî ev 80 sale bi klaman aniye roja me ya îro.

‘Min wekî xeleka zincîrê dengbêjî wergirt’

Dengbêjî wekî xeleka zincîrê di nava malbata Mihemedê Kinê berdewam kiriye. Bavê Mihemedê Kinê Silemanê Kinê ji bavê xwe, Mihemedê Kinê jî ji Silemane Kinê (bavê wî ye) fêr bû ye. Wekî xeleka zincîrê hatiye wergirtin û xurt kirin. Mihemedê Kinê ji bo fêrbûna li ser dengbêjî ye wiha dibejê: “Bavê min her tim dema ku em li mal de kom dibûn dengbêjî ji me re klam digotin. Me jî bi keyfxweşî lê guhdar dikir. Ez jî ji bavê xwe fêrî dengbêjî yê bûm. Min di 10 salî ya xwe de cara yekem klam gotin. Bavê min di pişt derî de bi dizî li min guhdar dikir. Rojekî hat gel min û got  `Mihemed tu ji dengbêjî yê hêz dikî? Eger ji dengbêjiyê hez bikî berdewam bike. Tu xwe di nava klaman de nebînî tu nikarî dengbêjiyê bikî.` Bavê min dengê min pir eciband û xwest ku ez berdewam bikim. Min jî xwast we xeleka zincîrê di zarokê xwe de berdewam bikim, lê mixabin zarokê min nexwastin. Ev yek ez xemgîn kirim lê tu nikarî bi zorê dengbêjiyê di kesekî de bidî avakirin. Pêwîste xwestek û hest hebin.”

Dengbêjî şêweya jiyana civaka kurd tîne ser ziman. Êş, keyfxweşî, mirin, şîn, hezkirin, evîn û şerên ku civaka kurd bi hezarên salan jiyan kirîn tîne ser ziman. Di dema Mihemedê Kinê de dibistan tune bûn, wî jî klam di mejiyê xwe de girtine heya roja me ya îro. Mihemedê Kinê diyar dike ku di nava civat, dawet û şînan de dengbêjî digot û di heman demê de dengbêjiyê yekgirtina rihê civakî ava dike.

Xwe di dîrokê de dîtin xalal yekem a dengbêji ye

Dengbêj Mihemêdê Kinê hestên xwe yên di dema gotina klaman de wiha rave dike, “Dengbêjî dîrok û çanda me ye. Dema ku ez klaman dibêjim, xwe di nava dîrokê de dibinim. Çi êş yan jî keyfxweşiyên tînim ziman xwe di nav de dibinim. Xwe di nava bûyerê de dîtin xala yekem ya denbêjiyê ye û ev jî deng dixemilîne. Dema tu destê xwe dide ber guhê xwe û distirî, tu dîroka veşartî derdixî holê.”

Mihemedê Kinê mamosteyê gelek hunermendan e. Hinek şagirtên Mihemedê Kinê ku şopên xwe di dîroka kurdan de hêlayîn evin; Hunermend û Dengbêjê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Şexo, Abdilqadir Sileman, Mehmûd Elî Şakir, Remazanê Hermêşî, Ehmedê Îsa, Adilê dengbêj, Saîd Gebarî û hwl.

‘Bila gelê me dara dengbêjî ye av bide’

Her wiha tirsa Mihemdê Kinê li ser windabûna çanda dengbêjî ye heye û tirsa xwe wiha tîne ziman; “Dengbêjî ji bo civaka kurd weke av û nan giringe. Pêwiste ciwanên me vê çandê biparêzin. Weke dara ku tu av nedî ziwa dibe. Bila gelê me hertim vê darê av bidin ji bo şînatiya wê hertim berdewam bike.”

ANHA