Artêşa Tirk gora Nûrî Dêrsimî ruxandin û zerata Henan talan kirin

Artêşa Tirk "Zerata Henan" a Efrînê talan kirin û gora kesayeta kurd a bi nav û deng Nûrî Dêrsimî ya di Zaratê de wêran kirin.

Artêşa Tirk gora Nûrî Dêrsimî ruxandin û zerata Henan talan kirin
21 gulan, 2018   11:38

EFRÎN

Dîmenek hate weşandin diyar dike ku çawa çeteyên Artêşa Tirk Mizgefta Zerata Henan a li ugndê Kefer Cenê ya Navçeya Şera ya Efrînê talan kirin. Kiryarên çeteyan di dîmen de baş diyar dibe, berên mizgeftê avêtine derve û  tiştên di mizgeftê de birine. Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha gora kesayeta kurd a binav û deng Nûrî Dêrsimî ya li zaratê jî ruxandine.

Kesê dîmen kişandiye diaxive û dibêje ku çeteyan her tişt dizîne û tiştek di Zerata Henan de ne hiştine.

Gora Nûrî Dêrsimî ruxandine

Li aliyê din jî çavkaniyan destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker gora kesayeta kurd Nûrî Dêrsimî ruxandine. Zerata Henan yek ji zaretên herî bi nav û deng ên Efrînê ne.

Nûrî Dêrsimî kesayetek kurd e, cihê xwe di gelek serhildanên li dijî dewleta Tirk a dagirker de girt. Di sala 1973'an de jiyana xwe ji dest da.

(dc)

ANHA