Cereyên xazê li şêniyên Keramê hate belavkirin

Meclîsa Herêma Keramê ya Reqayê yekem beşa cereyên xazê li welatiyên gundewarên rojhilat ên Reqayê belav kir. Rayedarên meclîsê yên li ser xebatên belavkirinê disekinin spasiya stkop ku xaz dan wan kir.

Cereyên xazê li şêniyên Keramê hate belavkirin
Cereyên xazê li şêniyên Keramê hate belavkirin
19 gulan, 2018   12:47

REQA

Bi rasthatina meha Remezanê Meclîsên Herêmî yên Reqayê alîkariyên xwe yên ji bo welatiyên herêmê zêde kirine. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Herêma Kermaê ya Reqayê cereyên xaze li welatiyên herêmê bi nîvê qîmet belav kir.

Meclîsa herêma Keramê 6 hezar cereyên xaze bi buhayê 2 hezar û 700 lîreyên Sûriyê li welatiyan belav kirin. Beriya niha li herêmê cereya xaze bi 6 hezar lîreyên Sûriyê dihate firotin.

(dc)

ANHA