Li Efrînê çi dibe?

Efrîn, herêma ku bi dehhezaran koçberên Sûriyeyê hembêz kirin û di nava wan de gelek koçberên Iraqê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Mûsilê di sala 2014'an de dagir kirin. Niha herêma Efrînê piştî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin veguherî herêma herî metirsîdar di ciyografiya Sûriyeyê de.

Li Efrînê çi dibe?
Li Efrînê çi dibe?
18 gulan, 2018   04:30

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê destdirêjiyên xwe yên qirêj li dijî welatiyên Efrînê berdewam dikin. Her wiha mal û milkên welatiyan talan dikin û gelek welatiyan direvînin û kuştina xwe berdewam dikin. Evan komên çete malên sivîlan ên ku ferman û qanûnên wan qebûl nakin hildiweşînin.

Destdirêjî û êrîşên ezmanî li dijî Efrînê berdewam in

Destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li seranserî herêma Efrînê berdewam in. Artêşa Tirk her wiha welatiyên ku ji herêmên Xota, Heresta, Doma yên Şamê û gelek herêmên din hatine derxistin li herêma Efrînê di malên welatiyên Kurd de bi cih dike.

Çalakiyên guhertina demografîk ku artêşa Tirkiyeyê bi riya hevpeymanên bi Rûsyayê re pêk tîne hêjî berdewam in. Artêşa Tirk li herêmên Babê û Idlibê tevliheviyan derdixîne û herêma Efrînê weke herêma bi ewle nîşan dide da ku berê malbatên ji gundewarên Dîmeşq, Humis û Hemayê hatine derxistin bide Efrînê.

Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin çalakiyên xwe li dijî komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê berdewam dikin. Herî dawî jî pevçûnên li gundê Keferromê ya girêdayî navçeya Şera ku têde gelek çete hatin kuştin.

Şelandina welatiyan berdewam e

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku komên çete di hefteya borî de bi hevkariya hin malbatên hatine bi cihkirin li taxa Efrîna Kevin welatiyeke bajêr di bin gefa kuştinê de şelandin û hemû zêr û pereyên wê jê standin û da zanîn ku miqdara ku çeteyan jê standine bi qasî 30 hezar dolar e. her wiha nêzî 300 tenekeyên zeytê dizîn.

Di derbarê rewşa jiyanî de heman çavkanî diyar kir ku gelek madeyên xwarinê nayên peydakirin û got ku rêxistinên alîkariyan ku di bin fermana Tirkiyeyê de tevdigerin tenê alîkariyan li malbatên hatine bicihkirin belav dikin. Komên çete her wiha di bin navê ku ew xwediyên ceneratoran e pereyên ampêrên kehrebeyê ji welatiyan distînin.

Hilberîna welatiyan didizin û xiracê ji welatiyan distînin

Komên çete her wiha di bin navê baceyê de xiracê ji welatiyan distînin. Çavkaniyekî ji gundê Şingêlê diyar kir ku komên çete hemû hilberîna wan a fêkiyan desteser kirine, piştî ku welatiyan kom kirin, her wiha li gundê Kêla jî çeteyan hilberîna pelên tirî desteser kirin û ji xwe re li bajarê Ezazê û Idlibê difiroşin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa Tirk baceya hilberînê bi qasî ji sedî 95 ji giştî hilberînê li ser welatiyan ferz kiriye.

Komên çete her wiha çûndina welatiyan a nava zeviyan di bin hincetên cûda de qedexe dikin, da ku hovîtiya xwe ya 4 mehên borî veşêre nemaze ji ber ku gelek cenazeyên welatiyên sivîl hêjî li nava zeviyan e. komên çete her wiha vegera welatiyan li gelek gundan jî qedexe kirine.

Xaleke tenduristiyê li navçeya Badîna

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Tirkiyeyê bala xwe dikişînin ser rewşa navçeya Badîna û hin rapor belav kirin ku çete gund ji bermahiyên hilweşandî paqij dikin û têde navendeke tenduristiyê ava kirin. Di vê derbarê de welatiyê bi navê (E – E) destnîşan kir ku çeteyan ji bo birîndarên xwe navenda tenduristiyê vekirine û  ti carî pêşwaziya welatiyên sivîl nake. Her wiha çeteyan malên sivîlan ên desteser kirine paqij dikin, da ku têde bi cih bibin.

Li gorî heman çavkaniyan tenê di Badîna de bêtirî 50 xaniyan hilweşandine û hin ji van xaniyan ên van kesan in: "Nezmî Murad, Mistefa Midewer, Mihemed Hebik, Hesen Kekec, Hemîd Kekec, Hebeş Bekir Hebeş, Henan Ewaşê, Xelîl Heyder, Henan Sentera, Arif Heskalo, Hisên Heskalo, Arif Oskê, Osman Dado, Xelîl Dado, Ebdîn Hesê, Reşîd Hesê, Hemîd Şukrî, Xelîl Izzet û Xelîl Hibo."

(jh)

ANHA