Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê

Jiyana ciwanê bi navê Xoşnav Helbo her tim di nava xewn û hêviya çareseriya azadiyê de bû.  Di şoreşa Rojava de derfet jêre peyda bû da ku xizmeta axa welatê xwe bike û di şerê xwe yê dawî de dema ku hewl dida cenazeyên rêhevalên xwe ji qada pevçûnan rizgar bike şehîd bû.

Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
Xoşnav Helbo... şehîdê şerê dilsoziyê
18 gulan, 2018   04:15

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Ti mayîndeyeke ji bilî bîranîna şehîdan tune ye. Ti fedekarî di ser fedekariya şehîdan re tune ye. Van şehîdan xizmeta welat û parastina wê ji xwe re weke erk hilbijartin.

Çîroka şehîd Xoşnav Helbo behsa bîranînên dilsozî û efsaneyên fedekariyê dike. Şehîd Xoşnav razî nebû ku ji qada pevçûnan derbikeve û cenazeyên rêhevalên xwe li pey xwe bihêle û di encamê de dilsoziya xwe ragihand û bi fedekarî şehîd bû.

Şehîd Xoşnav di 1'ê çileya 1995'an de di nava malbateke xizan de ji dayîk bû û di nava 8 xwîşk û birayên xwe de herî zêde dihat hezkirin. Şehîd Xweşnav di ciwantiya xwe de navê Lewend Hesekê weke navê xwe yê tevgerî hilbijart.

Ji zaroktiya xwe ve bi welatparêziya xwe dihat nasîn

Şahe dayîka şehîd Lewend diyar kir ku zarokê wê ne zarokekî normal bû û dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de bi komployeke navnetewî hate girtin gelekî bi buyerê bi bandor bû.

Birayê şehîd Lewend ê bi navê Reşad diyar kir ku malbata wan di salên destpêka damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de fikra wê nas kir û pêşwaziya bi dehan kadroyên tevgerê kir û beşdarî gelek çalakiyan bû û wiha anî ziman: "Em yek ji malbatên Tevgera Azadiyê bûn û şehîd Lewend ji zaroktiya xwe ve di nava kadroyên Tevgerê de bû."

Ji bo beşdarî şoreşê bibe ji koçberiyê vegeriya

Şehîd Lewend Hesekê ji ber rewşa xizantiyê neçar ma terka xwendina xwe bike û berê xwe da Başûrê Kurdistanê piştî çend mehan dîsa vegeriya Hesekê û careke din koçberî bajarê Dîmeşpê bû.

Lê bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re rêjîmê ciwan digirtin û bi darê zorê beşdarî şer û pevçûnên xwe yên desthilatdariyê dikirin. Ji ber vê yekê şehîd Lewend Hesekê ji bo beşdarî nava xebatên şoreşa Rojava bibe berê xwe da bajarê Hesekê.

Xweşka şehîd Lewend Hesekê ya bi navê Leyla ku li bajarê Qamişlo dimîne diyar kir ku birayê wê piştî ku ji Dîmeşqê vegeriya li ba wê dima û piştî çend rojan berê xwe da Tabûra Şehîd Hogir a Yekîneyên Parastina Gel û dest bi xebatên xwe yên parastinê kir.

Şehîd Lewend Hesekê piştî ku beşdarî perwerdeyên leşkerî û fikrî bû berê xwe da eniyên berxwedanê û li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li ber xwe da.

Hevalê şehîd Lewend Hesekê yê bi navê Zagros Serhed diyar kir ku ew bi hevûdu re beşdarî gelek eniyên şer ên devera Dêrik, gundê Rimêla Paşa, Çil axa û gelek deverên din bûne.

Zagros behsa kesayeta şehîd Lewend Hesekê kir û got ku ew xwedî exlaqên bilind bû û wiha bi bîr anî: "Dema me gundek an deverek ji çeteyan rizgar dikir, şehîd Lewend ji bo parastina mal û milkên sivîlan her tim bi baldarî tevdigeriya."

Di 11'ê Îlona 2013'an de şer û pevçûn di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel û çeteyên Cebhet El-Nusra de li gundê Rimêla Paşa ya girêdayî devera Dêrikê gelekî giran bû. Di encama şer û pevçûnan de hin cenazeyên şehîdan li qada şer man. Şehîd Lewend ji bo cenazeyên rêhevalên xwe ji qada pevçûnan rizgar bike bi fedekarî hewlda cenazeyên rêhevalên xwe rizgar bike û di encamê de ew jî şehîd bû. Gotina şehîd Lewend a dawî jî ev bû: "Ez ti carî cenazeyên rêhevalên xwe li qada pevçûnan li pey xwe nahêlim."

(jh)

ANHA