6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku hilbijartin dubere were kirin

6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku ji encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê nerazîne û PDK û YNK li Hewlêrê li gel Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan û di civînê de, daxwaz ji NY'ê kirin ku li Herêma Kurdistanê hilbijartin dubare werin kirin.

6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku hilbijartin dubere were kirin
17 gulan, 2018   17:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê, Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Hizba Komunîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) têkildarî encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiyan.

Piştî civînê, Nûnerê Tevgera Goran Hîmdad Şêx Hemed daxuyanî da û got; "Me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê werin dubare kirin. Nûnertiya NY ji me ragihand ku daxwazên we, me gihandine Komîsyona Hilbijartinê, li seranserî Iraqê li her cihê ku şik û guman aliyan ji encamên hilbijartinê hebe, dengan bi destî werin hejmartin."

Nûnerê Tevgera Goran Hîmdad Şêx Hemed eşkere kir ku weke Tevgera Goran bi destî hejmartina dengan razî nabin û daxwaza dubare hilbijartinê dikin.

Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Hizba Komunîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê encamên nefermî yên hilbijartinê red dikin û diyar dikin ku sextekarî hatiye kirin.