Tureya ji ber barîna baranê zirar dîtibûn, hate temîrkirin

Ekîbên temîrkirina xetên ceyranê yên bajaroka Cirniyê tureya ceyranê ya bajar ku ji ber barîna baranê ya zêde, ziyan dîtibûn, temîr kirin.

Tureya ji ber barîna baranê zirar dîtibûn, hate temîrkirin
17 gulan, 2018   09:43

TEBQA

Xebatên temîrkirina xetên ceyranê li gundên Bîr Nayîf, Til Osman, Mezyûna, Huriye û bajaroka Cirniyê yên bakurê Tebqayê bi dawî bû.

Xebatên temîrkirinê xetên ceyranê yên ji ber lehiyê û bahozê ziyan dîtine pêk hat, her wiha hin tirensên taxên bajaroka Cirniyê hatin guhertin. Kebloyên ceyranê hatin danîn.

Ekîbên xebatên bi alîkariya Buroya Fenî ya Tabqayê xebat da meşandin.

(dc)

ANHA