Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike

Li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye pirsgirêka kenalizyonê heye. Leşkerên Artêşa Tirk karkerên şaredariyê hedef digrin û rê nadin xetên kenalizyonê temîr bikin.

Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike
Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike
Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike
Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike
Artêşa Tirk xebatên şaredariya Kobanê asteng dike
17 gulan, 2018   08:57

ŞÎLAN MIHEMED / KOBANÊ

Bi nêzîkbûna demsala havînê zehmetiya şêniyên taxa Kaniya Kurdan a Kobanê ji ber kenalizyonê zêde dibe. Mêşûmor li herêmê zêde dibin, her wiha bîna kenî û nexweşî belav dibe.

Ji bo çareserkirina pirsgirkê welatiyan serî li Şaredariya gel a Kobanê dan. Lê Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînor in karkerên şaredariyê gulebaran kirin, di encamê de xebatên temîrkirina xetên kenalizyonê ji neçarî hate rawestandin.

Derbarê mijarê welatiyê bi navê Ehmed Elo yê ji taxa Kaniya Kurdan got ku cihê taxa wan nizme lewma ava hemû taxan tê taxa wan û wiha dom kir: "Di heman demê de xwîn û ava meslexê jî tê vê taxê. Em gelek zehmetiyan dikşîn in. bîna genî li taxê belav bûye."

Endamê Rêveber ê Şaredariya Kobanê Salih El-Kurdî diyar kir ku piştî şêniyên taxê kilî kirin ku xwestin ku kenalizyona taxa wan were çareserkirin û wiha dom kir: "Şaredariyê daxwaza welatiyan erê kir. Karkerên şaredariyê çûn da ku xetê temîr bikin. Lê dema karkerên me gihiştin wir, Leşkerên Tirk gule reşandin. Ji ber vê yekê karkerên me nikarin xebatên temîrkirinê bi dawî bike. Xebatkarên me çend caran hewl dan xetê temîr bikin, her car jî Artêşa Tirk guleyan li karkerên me dibarîn in."

(dc)

ANHA