Baranên dawiya wextê zeviyên çandiniyê xira kirin

Cotkarên bajaroka Cirniyê ya bakur-rojavayê bajarê Tebqayê diyar kirin ku barîna baranê ya dawiya wextê zeviyên wan xira kirin û ev yek bû sedema ziyanek mezin.

Baranên dawiya wextê zeviyên çandiniyê xira kirin
Baranên dawiya wextê zeviyên çandiniyê xira kirin
Baranên dawiya wextê zeviyên çandiniyê xira kirin
17 gulan, 2018   09:10

TEBQA

Di hefteya derbasbûyî de baran bi dijwarî li herêmên Bakuêr Sûriyê bariye. Di encamê de gelek ziyan di zeviyên cotkaran de pêk hat û li hin herêman hin kesan ji be lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Barîna baranê tevî ku faydeya xwe di hin aliyan de heye, lê zeviyên li herêmên Bakurê Sûriyê kir. baranê gelek ziyan li zeviyên welatiyan kir, bi taybet zeviyên kemûn, ceh û genim.

Herî zêde ziyan li zeviyên kemûnê hat. Ji ber barana di demekê de hat ku welatiyan kemûn çandine û kom kirine, da ku ziwa bibe û ji hev derbixin.

Lê ji ber barîna zêde ya baranê beşek mezin ji zeviyên kemûnê zirar dîtin. Ziyanên wan ne tenê di zeviyên kemûnê de bû, lê belê zeviyên ceh, nîsik, nok û herwekî din jî zirar tê de çêbû.

Cotkarê ji gundê Til Osman a li bakuêr Cirniyê Talib Hecî Elî derbarê mijarê de wiha axivî: "Gelek ziyan di mewsimê meyê îsal de çêbû. Me bi buhayek zêde zeviyên xwe yê kemûnê berhev kir. BI tamamî ziyan tê de çêbû. Di heman demê de zeviyên ceh û gen im jî zirar dît.  Gelek ziyana madî li me bû."

Hcî Elî ji aliyên têkildar xwest ku alîkariya wan bikin û li xebatên çandiniyê binerin û ev tişt anî ziman: "Ez yek ji hezaran welatiyên zirar dîtine. Lewma divê rayedarên li ser xebatên çandiniyê disekin in di mijara alîkariya cotkaran de tevbiger in."

(dc)

ANHA