Bi devê pêşmergeyekî komkujiya Hewlêrê

Di ser komkujiya Hewlêrê de 21 sal derbas bû. Roja 16'ê Gulana 1997'an li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê li He wlêrê komkujiyek pêkanî  Di encamê de gerîlayên birîndar jî di nav de bi qasî sed kes şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan jî nedan malbatên wan. Tê gotin, ku beşek ji cenazeyên van şehîdan li kêleka Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.

Bi devê pêşmergeyekî komkujiya Hewlêrê
16 gulan, 2018   09:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 1997'an di encama lihevkirina di navbera PDK û PKK'ê de, bi qasî sed birîndarên PKK li nexweşxaneyên Hewlêrê dihatin dermankirin. Lê belê ev gerîlayên birîndar, ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin.

PDK`ê ya ku derbarê vê komkujiyê de ti carî daxuyaniyeke berfireh neda, cenazeyan jî neda malbatên wan.

Li ser devera ku cenaze lê hatine veşartin jî agahî neda.Pêşmergeyekî ku bi xwe bûye şahidê bûyerê dibêje,"Cenaze bi qemyonan anîn û bi dizî li vir veşartin, pişt re jî evder bû goristana gund.

Devera ku pêşmerge qala wê dike noqteyek li ser rêya Hewlêr-Dihokê, li kêleka balefirgeha Hewlêrê ye.

Pêşmergeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike dibêje,"Ez li wê herêmê erkdar bûm. Bi qemyonên sergirtî cenaze anîn. Me jî weke komek pêşmerge ewlekariyê dikir. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan û li tejikan pêçandibûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyan, yek bi yek avêtin çalê û binax kirin. Di dema veşartinê de me ji herêmê dûr xistin."

Heman pêşmerge dide zanîn ku pişt re jê re gotine ev cenazeyên gerîlayên PKK`ê ne.

Pêşmerge wiha dewam dike,"Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin, yên li vir hatine veşartin PKK'yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha ser rêya Dihokê li kêleka nêrîngeha kontrolê ya balafirgehê ye."

(ekip)

ANHA